Hamasê daxuyaniya Pasdarên Îranê ya derbarê 'Tofana Eqsayê' de red kir!
27 berfanbar 2023 23:36
PeyamaKurd – Tevgera Hemasê, daxuyaniya Supaya Pasdarên Îranê ya derbarê êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê bi navê ‘Tofana Eqsayê’ de qebûl nekir.
Pasdarên Îranê êrîşa Hemasê wekî tolhildana kuştina Qasim Silêmanî nîşan dabûn.
Hemasê, bersiva daxuyaniyê da Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê Remezan Şerîf û got, ew daxuyaniyên Şerîf ên derbarê operasyona Tofana Eqsayê de red dikin.
Hate diyarkirin ku sedema êrîşa ser Îsraîlê ya bi navê Tofana Eqsayê di serî de gefên li ser Mizgefta Eqsayê û çalakiyên dagirkeriya siyonîst li ser mekanên pîroz in.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji Pasdarên Îranê daxuyaniya êrîsa dawî ya ser Herêma Kurdistanê
22 mjd 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin