Halê dawî yê koronavîrusê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê

25 nîsan 2020 00:33
Halê dawî yê koronavîrusê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tikiyê Fahrettin Koca ragihand ku bi sedema koronavîrusê di 24 sietên dawiyê de 109 kes jiyana xwe ji dest dane. Jimara temamê miriyan heya niha bû 2 hezar û 600 kes. Kesên ku heya niha bi vîrusê ketine jimara wan bû 104 hezar û 912. Kesên ku îro nexweş ketine 3 hezar û 122 kesin.

Wezarê tenduristiyê Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê twitterê de tabloya rojane belav kir. Îro 3 hezar û 246  kes baş bûn û wan şandin malên wan. Cara yekeme jimara kesên ku baş dibin, ji jimara kesên ku nexweş dikevin zêdetirin û ev jî îşareteka başe bo halê welat. Tablo ya ku Koca belav kir weha ye:

Heya niha 830.257 test hatin kirin

Heya niha 104.912 kes bi vîrusê ketin

Heya niha 2.600 kes mirine

Di beşên hûrlênêrînê de 1.790 kes hene

Yên bi cîhazan ve girêdayî 929 kesin

Heya niha 21.737 kes baş bûn e.

Îro 38.351 heb test hatine kirin.

Îro 3.122 kes bi vîrusê ketine.

Îro 109 kes wefat kirine

Îro 3.246 kes baş bûne.