Hadî Amirî: Divê Tirkiyê derhal terka Iraqê bide
PeyamaKurd – Serokê Hevpeymana El-Fetih Hadî Amirî, got ku Tirkiye wekî li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dixwaze li Iraqê jî kembereke ewlehiyê pêk bîne û banga demildest vekişîna hêzên Tirkiyê ji Iraqê kir.
Hadî Amirî ku hevdem fermandarê giştî yê hêza Bedir a çekdar e, di daxuyaniyeke de nivîskî de bertek ji êrîş û operasyonên Tirkiyê bi ser xaka Iraqê de nîşan da.
Amirî got, “Bi ti bahaneyan dagirkirina Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin. Em pêşhatan ji nêzîk ve dişopînin. Ti bingeheke navdewletî û yasayî ya vê dagirkeriyê nîne.”
Hadî Amirî bal kişand ser ku Tirkiye wekî bakurê Sûriyê dixwaze kembereke ewlehiyê ava bike û ew yek wekî karekî dijminane binav kir.
Amirî serweriya Iraqê bibîr xist û bang kir ku Tirkiye demildest hêzên xwe ji nav xaka Iraqê vekişîne.
Wê herwiha bang li hikûmeta Iraqê jî kir li hemberî êrîşan bêdengiya xwe bişkîne û her cure rêgiriyên siyasî û dîplomatîk bistîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin