Hadî Amirî: Banga Sedr wêrek e û cihê pesndanê ye!
PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, pêşwazî li bangewaziya Muqteda Sedir a vekişîna ji Herêma Kesk û saziyên dewletê kir û wekî gaveke, wêrek bi nav kir.
Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ku yek ji partiyên nav Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên dijberên Tevgera Sedr e, piştî bangewazî û daxuyaniyên Muqteda Sedr daxuyaniyek belav kir û piştevanî da banga Muqteda Sedr.
Amirî got ku, bangewaziya Sedr wêrek e û cihê pesnê ye û wiha pê de çû: “Ev destpêşxerî di demeke hestiyar de hat ku dijmin li benda berfirehbûna rewşa şerê birakujiyê bûn.”
Amirî ji hemû aliyan daxwaz kir, “Bi heman awayî ji bo rêgirtina li rijandina xwînê û têkbirina fitneyê, Muqteda Sedr mînak bigirin.”
Hêjayî gotinê ye, piştî ku doh 29ê Tebaxê Muqteda Sedr vekişîna xwe ya bi temamî ji siyaseta Iraqê ragihand, alîgirên Tevgera Sedr ketibûn Herêma Kesk û saziyên dewletê û çekdarên girêdayî Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê şerê hev kiribûn ku zêdetirî 30 ji doh ve hatine kuştin.
Muqteda Sedr, îro 30yê Tebaxê di civîneke rojnamevanî de, bang li alîgirên xwe kir ku ji Herêmla Kesk vekişin û got, rijandina xwîna Iraqiyan heram e. Piştî banga Sedr ku saetek ji bo vekişînê diyar kiribû alîgirên Tevgera Sedr ji Herêma Kesk a Bexdayê vekişiyan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin