Guterres: Sûriye bi perçebûnê re rû bi rû ye

17 sibat 2018 22:35
Guterres: Sûriye bi perçebûnê re rû bi rû ye

Sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres got ku Sûriye bi perçebûnê re rû bi rû ye.

Antonio Guterres di 54emîn Konferansa Asayîşê ya Navdewletî ya Munihê de li Almanya axifî û bangê kir ku li hemberê krîzên ku li dinyayê zêde bûne, şer, pevçûn û terora giştî ya li dinyayê, divê herkes bibe yek.

Sekreter behsa Îdlîb û Xûta Rojhilata Şamê kir ku li her dû ciyan krîza mirovahiyê heye û got: “Sûriye bi perçebûnê re rû bir û ye.”

Guterres balê kişand ser mijara ku dibe di pêşde di navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê de şer çêbibe û ev jî bibe sedem ku piraniya Lubnanê xerab bibe.