Gundekî girêdayî Silêmaniyê xistin karantînayê
26 nîsan 2020 14:56
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku gundekî devera Şarbajêr ya parêzgeha Silêmaniyê ji ber vîrusa Koronayê hatiye karantînakirin.
Piştî ku du roj berê li gundê Wilîyawa li devera Şarbajêr ya Silêmaniyê, kesek bi vîrusa koronayê ket, tîmên tenduristiyê dest bi dermankirina wî gundî kirin.
Hat ragihandin ku piştî derketina haleta Covid-19 bi fermana qaymeqamtiya deverê ew gund hat karantînakirin.
Hat zanîn ku ew kesê ku li wî gundî bi vîrusa koronayê ketiye, ji Îranê vegeriyaye Kurdistanê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Pistî pêketina 3 karmendan Nexwesxaneyeke Silêmaniyê xistin karantînayê
20 gln 2020
Cîhan
Bi dronê li gundekî navça Çemçemalê xistin û sewat derket
27 trm 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin