Grûba bi desteka Îranê bi IHAyê êrîs bir ser baregeha Hewlêrê (Erbîl)

11 rêbendan 2024 05:02
Grûba bi desteka Îranê bi IHAyê êrîs bir ser baregeha Hewlêrê (Erbîl)

PeyamaKurd – Beşa antîterorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku erîşekî bi drona bombebarkirî birine ser balafirgeha Hewlêrê lê ber li êrîşê girtine.

Bûyer seet di 20.58an de bûye û beşa antîterora Kurdistanê di daxwuyaniya xwe de weha gotiye:

“Di 10.01.2024an de li Herêma Kurdistanê li payîtext Hewlêrê li balafirgeha navdewletî ya ku hêzên koalisyona li dijî DEAŞê jî lê dimînin, hêzên ne rewa û ne qanûnî bi drona bombebarkirî li baregehê xistine lê drone hatiye xistin.”

“Berxwedana Îslamî ya Iraqê” ku ji terefê Îranê de li Iraqê hatiye damezrandin, ragihandiye ku wan bi dronê li baregehê xistiye. Grûb di ser hesabê xwe yê Telegramê de gotiye ku wan êrîşê kirine û sedem jî êrîşa Îsraîlê ya ser Gazzeyê nîşan daye.

Heman grûba navborî di malpera xwe de ragihandiye ku êrîşa li Sûriyê ya seha Conocoyê ku di destê Amerîka de ye, êrîşa îroyîn wan biriye ser baregehê.