Graham ji Îranê re hişyariyê da: ‘Trump dê Hamaneyî bikuje‘

07 rêbendan 2026 13:49

Senatorê Amerîkayî yê Partiya Komarparêz Lindsey Graham got ku ger li Îranê zordariya li dijî wan protestoyên ku şertên jiyanê yên çêtir dixwazin bidome, Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump dê serokê olî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney bike armanc.

Graham ji Îranê re hişyariyê da: ‘Trump dê Hamaneyî bikuje‘

EuronuNews -Graham di hevpeyvînekê de ku bi televîzyona Fox News re kir, bi gotinên tund ji rêveberiya Îranê re hişyarî da û got: “Ez bang li Ayetullahiyan dikim: Divê hûn fêm bikin; ger hûn gelê xwe yê ku jiyanek çêtir dixwaze bikûjin, wê hingê Donald Trump jî we bikuje.”

Graham dibêje li Îranê guhertinek mezin tê û didomîne: “Li Îranê guhertin tê. Ev wê Rojhilata Navîn biguherîne û wê guhertina herî mezin be.” Wî her weha zêde kir ku “Alîkariya gelê Îranê li rê ye.”

Îran di hefteyên dawî de ji ber şertên aborî yên xerab û daketina nirxê riyala Îranî li dijî dolarê Amerîkayî, bi protestoyên berfireh ên li hemû welatî belav bûne re tê hejandin.

Piştî wan protestoyan, li gelek bajarên Îranê pevçûn û tevgerên şîdetê derketin holê û di wan pevçûnan de gelek kes, jiyana xwe ji dest da.

Gotinên Graham piştî gotinên Ayetullah Ali Hamaney hatin ku wî diyar kir ku hin daxwazên protestokeran rast in, lê wî her weha got ku li dijî serhildan û çalakiyên ku li kolanan tên kirin wê tu tolerans neyê nîşandan.

Di heman demê de, Serokê Amerikayê Donald Trump jî got ku ger Tehran li dijî protestokeran hêza ku dikare bibe sedema mirinê bikar bîne, Washington wê alîkariya wan protestokeran bike. Ev daxuyanî li aliyê berpirsyarên bilind yên Îranê ve bi bertekên tund re hat bersivandin.