Goristaneke bikom li Şamê hate dîtin

20 gulan 2026 16:36

Goristaneke bikom li taxeke bajarê Şamê hate dîtin û hejamrek mezin a paşmayên terman hatin derxistin.

Goristaneke bikom li Şamê hate dîtin

RûpelNews - Nivîsgeha taxa Berzê ya Ragihandinê da zanîn ku goristaneke bikom li nêzîkî nexweşxaneya Tişrîn a leşkerî li nêzîkî taxa Iş El-Werwer li nava kevirê çiyayê deverê hate dîtin.

Nivîsgehê diyar kir, paşmayên ji 15 ta 20 terman di wê gortistanê de hene û ew termê bi awayekî ne rêkûpêk li bin keviran hatibûn veşartin.

Nivîsgeha Berzê ya Ragihandinê her weha diyar jî kir ku hejamrek mezin ji qayîşên blastîk li derdora terman hene, ku diyar dibe ew kesên hatine kuştin girêdayî bûn û dibe ku girtiyên zinadnên rêjîma Esed in.

Aliyên hikûmî yên pêwendîdar dest bi lêkolînan li cihê wê goristanê kiriye.