Goran: “Eger em bo sewata ala Kurdistanê bêdeng bimînin wê tistên xerbatir bibin”
PeyamaKurd – Endamê meclisa Netewî ya Tevgera Goran Xelîl Serkanî ragihand ku divê Kurd bo şewitandina ala xwe bêdeng nemînin û divê serokwezîrê Iraqê Musatafa Kazimî nehêle tevgerên terorîstî ji aliyê Haşdî Şabî de bênkirin. Xelîl Serkanî bor BasNewsê weha gotiye:
“Qet nayê qebûlkirin ku ala Kurdistanê ji aliyê Haşdî Şabî de bêşewitandin û qebûlkirin. Divê Kurd li hemberê Bexdayê tewrekî hevpar deynin. Ji ber ku al sembola xwîna ku me rêtiye û ya têkoşîna me ye. Nabe em bihêlin ala Kurdistanê bi heqaretê re rû bir û bimîne. Lewra divê hemû Kurd li hemberê vê bêrêziyê bihevre tevbigerin. Ew kesên ku bi şewitandina ala Kurdistanê kêfxweşin, xetayekî mezin dikin. Ji ber al sembola xelkê me ya hevpare. Ez weka kesekî, dema min dît ala me tê şewitandin, gelek aciz bûm. Weka êşê didin şehîdên me û ew êş û azara berê me dîtiye, li wan heqaret têkirin.”
Serkanî got eger li hemberê van tevgeran Kurd bêdeng bimînin, wê Haşdî Şabî heqaretên xerabtir bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin