Goran 73 Saliya PDKê pîroz kir: Ji bo çareserkirina krîzan û rewsa Kerkûkê...

16 tebax 2019 17:31
Goran 73 Saliya PDKê pîroz kir: Ji bo çareserkirina krîzan û rewsa Kerkûkê...

PeyamaKurd - Tevgera Goran bi sedema 73 salîya damezrandina Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahîyê ji PDKê re rê kir. Tevgera Goran di peyama xwe ya pîrozkirina PDKê de, herwiha xwest ku alîyên Kurdistanê bi xebata hevbeş ji bo çareserkirina krîzan û rewşa Kerkûkê di çarçoveya destûra Iraqê de kar bikin.

Di peyama Goranê de tê gotin: "Hêvîdarîn hun serkevtî bin di desveanîna aramncên niştîmanî, neteweyî, desteberkirina aramîyê, yekrêzîya rasteqîne û dûrxistina Kurdistanê ji milmlanêya deverî, nemaze metirsîya şerê naxweyî."

PEYAMA TEVGERA GORAN BO SALVEGERA 73YEMÎN A PDKÊ:

Bi bone ya salvegera damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê pîrozbahîyeken gerim li heweyên birêz û tevaya endamên PDKyê dikîn û hêvîdarîn serkevtî bin di desveanîna aramncên niştîmanî, neteweyî, desteberkirina aramîyê, yekrêzîya rasteqîne û dûrxistina Kurdistanê ji milmlanêya deverî, nemaze metirsîya şerê naxweyî.

Em bi giring dizanîn Partîya Demokrata Kurdistanê û hemû alîyên din yên Herêma Kurdistanê piştîvanîya perleman, serokatîya Herêmê, hikumet û tevaya sazîyên niştîmanî bikin bo rûbirûbûna gendelîyê û rêvebirina Kurdistanê bi awayeke tendûrist jibona paraztina ser û malên nîştîmanîyan û misogerkirina dad a civakî û jîyan û jîyara wan.

Li ser asta Herêma Kurdistanê û hikumeta fedral jî, bo çareserkirina kirîzan, nemaze jî Kerkûk û deverên arîşe li ser, berpirsînîya hemû alîyên Kurdistanê ye ku bi hev re berdewamîyê bidin xebat û têkoşîna aştîyane bo bidestvehînana mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û asayîkirina rewşa sîyasî, ewlehî û kargêrîya wan deveraqn bi hevkarî û hevahengî li gel hikumeta fedaral û hemû ew alîyên di destûra Îraqê de hatîne.