Germiyan | Pêsmerge goreke komî ya 9 termên polîsê Iraqê tê de bûn dît
16 berfanbar 2021 16:46
PeyamaKurd – Li gundê Doracê yê li herêma Germiyanê ji aliyê hêza Pêşmerge ve goreke komî hat dîtin.
Hat zanîn di wê gora komî ya dema operasyonekê ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatiye dîtin de, 9 termên endamên Polîsê Federalî yê Iraqê hebûn.
Li gor zanyariyan ew 9 polîs berî çend salan ji herêmeke di navbera Kerkûk û Xurmantûyê de, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin û kuştin.
Hêza Pêşmerge îro hêzeke taybet a Iraqî agahdar kir da ku termên wan polîsan vegerînin.
Hat ragihandin ku hêzeke taybet a Pêşmerge li herêmê operasyona pişkinîna navçeyê û lêgerîna paşmayên DAIŞê didomîne û heta niha hejmarek ji şikeftên DAIŞê jî hatine jinavbirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Singalê goreke din a komî hate vekirin
05 sbt 2025
Jiyan
Sam: Goreke komî li nêzî balafirgehê hat dîtin
07 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin