Geo News: Serokê rêxistina terorê yê El Kaîde Eminul Haq li Pakistanê hat girtin
PeyamaKurd – Beşa Têkoşîna bi terorê re ya Pakistanê (CTC) ragihand ku di operasyonekî de yek ji serpereştê rêxistina terorê El Kaîde yê bi navê Emînul Haq li eyaleta Pencapê hatiye girtin. Li serê nasnama Pakistanê hatiye girtin û wê rayedar li ser mijarê rawestin bê çawa wê nasnamê sitendiye.
Li gor televizyona Geo Newsê; ji rêvebirên CTDê Osman Ekrem Gonadal ragihandiye ku Emînul Haq li eyaleta Pencabê li herêma Gujratê li jîngeha Sarai Alamgirê bi desteka îstîxbaratê, bi operasyonê hatiye girtin. Li serê nasnama navenda wê Lahor û Harîpûr nivîsandiye derketiye.
Emînul Haq li gor malpera konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî di lîsta terorê de ye û ew bi xwe ji xelkê Afganistanê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin