General Kurilla: Kurd sirîkên bêhempa yên jêhatî û pêbawer in!
PeyamaKurd - Fermandarê nû yê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla, di merasîma dewrkirina erka xwe ji General Kenneth F. McKenzie de, Kurdan da.
Kurilla di merasîmê de da xuyakirin ku niha faktora sereke ya bê îstiqrariyê li Rojhilata Navîn Îran e û diyar kir, divê ew nehêlin bandora Îranê li herêmê bi giştî belav bibe û nebe hêzeke nukleerî.
Fermandarê CENTCOMê derbarê şîrîkatiya ligel Kurdan û hêzên Rojavayê Kurdistanê de jî got, “Ew şirîkên bêhempa yên jêhatî û pêbawer in.”
Herwiha Kurilla li ser mijara girtîyên rêxistina terorîst DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê jî da zanîn ku divê ji bo li welatên wan bên vegerandin alîkarî bo HSDê bê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin