Gelo hantavîrus şêweyekî nû yê COVID-19yê ye?

09 gulan 2026 19:01

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, piştî nêzîkbûna keştiya MV Hondius, ku li ser wê bûyerên hantavîrus hatine tespîtkirin, li avên nêzîkî girava Tenerife daxuyaniyek da û got, "Ev ne şêweyekî nû yê COVID-19 ye" û lê zêde kir ku rîska tenduristiya giştî ya niha kêm e.

Gelo hantavîrus şêweyekî nû yê COVID-19yê ye?

RûpelNews - Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Tedros Adhanom Ghebreyesus, piştî nêzîkbûna keştiya MV Hondius, keştiyeke ku bûyerên hantavîrusê lê hatine tespîtkirin, li avên Girava Tenerifeyê ya ku beşek ji Spanyayê ye, daxuyaniyek belav kir û bersiva fikarên gel da. Di nameyeke vekirî de ku wî weşand, Tedros gotina "Ev ne COVID-19eke nû ye" bi kar anî û bang li gel kir ku aram bimînin.

Tedros, ku destnîşan kir ku bandorên pandemiya 2020an li ser civakê hîn jî berdewam in, got ku rewşa heyî ji bo tenduristiya giştî rîskeke kêm pêk tîne. Di daxuyaniya xwe de, Rêveberê Giştî yê WHOyê got, "Divê ez vê yekê zelal bikim: ev ne COVID-19yeke nû ye. Rîska tenduristiya giştî ya heyî ya bi hantavîrusê ve girêdayî kêm e."

Tedros ragihand ku vîrusa ku li ser keştiyê hatiye dîtin, şêniya Andes a hantavîrusê ye û diyar kir ku rewş ji nêz ve tê şopandin lê rîska ji bo xelkê Tenerife wekî kêm tê nirxandin. Tedros her wiha got ku heta niha ti nîşanên nû li ser rêwiyên li ser keştiyê derneketine û lê zêde kir ku pisporên WHOyê li ser keştiyê ne û amûrên bijîşkî yên pêwîst amade ne.

Tedros her wiha ragihand ku rayedarên Spanyayê ji bo valakirina rêwiyan planeke kontrolkirî amade kirine. Li gorî vê planê, rêwî dê li bendera pîşesaziyê ya li Granillayê dakevin, dê ji deverên niştecihbûnê dûr bên girtin, û dê bi wesayîtên girtî rasterast ji bo welatên xwe bên şandin. Tedros diyar kir, "Hûn an malbatên we dê bi van rêwiyan re nekevin têkiliyê."

Tedros biryara hikûmeta Spanyayê ya ji bo qebûlkirina keştiyê wekî "mînakek hevgirtin û berpirsiyariya exlaqî" bi nav kir û destnîşan kir ku Tenerife ji ber binesazî û kapasîteya xwe ya tenduristiyê hatiye hilbijartin. Rêveberê Giştî yê WHO her wiha ragihand ku ew plan dike serdana giravê bike da ku çavdêriya operasyonê li ser erdê bike.