Gefên Rûsyayê ji bo S-300an ji Yûnanîstanê re: "Ew ê bibe armanca me ya rewa"

23 berfanbar 2022 11:00
Gefên Rûsyayê ji bo S-300an ji Yûnanîstanê re: "Ew ê bibe armanca me ya rewa"

PeyamaKurd Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir, şandina sîstema parastina hewayî ya S-300 a Rûsyayê ya ji aliyê Yûnanîstanê ve ji bo Ûkraynayê, binpêkirina peymana di navbera Moskow û Atînayê de ye û got, hemû kelûmelên leşkerî yên ku ji Ûkraynayê re tên şandin, wê weke hedefeke rewa bê dîtin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaxarova di civîna çapemeniyê ya do de wiha got:

“Em behsa binpêkirina xalên peymanên navbera hikûmetên Rûsya û Yûnanîstanê yên di 30ê Cotmeha 1995an de li ser hevkariya leşkerî-teknîkî ya 30ê Cotmeha 1995an û dayîna berhemên leşkerî yên 3yê Kanûna 2013an dikin. Van xalan bi awayekî eşkere qedexe dike ku Yûnanîstan kelûmelên leşkerî yên ku em bêyî destûra me didin wan ji aliyên sêyemîn re hinarde bike."

Berdevk Zaharova hişyarî da Yûnanîstanê û got, “Binpêkirina erkên peymanê bêguman wê bibe sedema encaman. Nexasim lawazbûna girîng a hêza berevaniyê ya Yûnanîstanê di warê berevaniya hewayî de."

Herwiha Zaxarova di daxuyaniya xwe de got, "Hemû kelûpelên leşkerî yên ku ji Ukraynayê re tên şandin dê wek armancek rewa were hesibandin."