Gazprom, herikîna gazê ya di ser Ukraynayê re kêm dike

19 rêbendan 2023 19:30
Gazprom, herikîna gazê ya di ser Ukraynayê re kêm dike

PeyamaKurd- Ji aliyê rêveberiya kompanyaya enerjiyê ya Rusyayê Gazpromê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku şandina gaza xwezayî ya ya bi ser Ukraynayê ber bi Ewropayê ve li gorî duh ji % 23 kêm dibe û dibe 25,1 milyon metrekup.

Di daxuyaniya Gazpromê ya ji çapemeniya Rusyayê re hat dayîn de hat destnîşankirin ku daxwaza şandina gazê ji xala belavkirina Sohranivka ya kompaniyê, ji aliyê Ukraynayê ve hatiye redkirin.

Hat ragihandin dê sewqiyata ji nuqteya Sûcayê bidome, hat diyarkirin ku sewqiyata ji xala navborî dê îro di asta 25,1 milyon metrekupî de be.

Sewqiyata Gazpromê ya ku duh di ser Ukraynayê re 32,6 milyon metrekup gaza xwezayî şand Ewropayê, bi vî awayî li gorî 18ê Çileyê ji % 23 kêm dibe.

Di Gulana 2022yan de Ukrayna sewqiyata li xala belavkirina Sohranivka ku ji 3 parên gaza xwezayî ya Rus ber bi Ewropayê ve derbas dibe, qedand.

Sewqiyata gaza xwezayî ya Gazpromê ji bo Ewropaya Rojava û Navîn bi rêya boriyên Nord Stream û Yamal-Ewropa rawestiya bû. Sewqiyata kompaniya ji bo herêmên navborî tenê bi rêya Ukraynayê berdewam dike.