Gazete Duvarê wergera nivîseke dijatiya Kurdistanê dike wesand: Çima?

19 rêbendan 2019 23:25
Gazete Duvarê wergera nivîseke dijatiya Kurdistanê dike wesand: Çima?

Peyamakurd – Malpera Gazete Duvarê roja 17ê Çileyê nivîseke ji malpera Erebî Elaphê bi navê “Li Kurdistanê Rêbaza Asayişê ya Osmaniyan mayî” wergerand û weşand ku ew nivîsa kesê bi navê Şîrzad Şeyxaniyê wekî ‘Nivîskarê Kurdistanî’ hatibû pênasekirin bû.

Di gotara ku ji aliyê İslam Ozkan hatiye wergerandin de, Gazete Duvar îdiayên dijî Kurd û Kurdistanê bi zimanê dijberekî Kurdistanê yê bi navê Şîrzad Şeyxanî belav kiriye û çepgirên wê malperê bi xwe jî Barzaniyan wekî ‘paşverû’ nîşan didin.

Dibe ku îdiayên Şîrzad Şeyxaniyê dijberê Kurdistanê li hesabên wan jî tê ku wergera ‘Nivîskarê Kurdistanî’ yê qelemşorê xiyanetkarên 16ê Cotmehê belav kirine, yan jî wî nas nakin.

Me hêvî dikir Gerînendeyê Gazete Duvarê ku bi xwe Kurdekî Sêwazê ye bi Kurdî kitêbek jî çap kiriye bêhtir baldar be.

Lê belê di van demên dawî de nûçe, nirxandin û nivîsên bi navê rexneyê tohmetên qirêj ên dijberiya Kurd û Kurdistanê dikin diweşînin ku ev jî wekî hewleke şeqamê li birayê xwe yên Kurd bixin dikare bê şîrovekirin.

Em werin ser mijara Şîrzad Şeyxanî ku ew wekî ‘Nivîskarê Kurdistanî’ dane nasandin. Şeyxanî tenê yek ji nivîskarên bi pere hatiye terbiyekirin ên li seranserê Iraqê ye ku kîjan alî zêde pere bide li aliyê wan cihê xwe digire. Mixabin ev jî demekê li Başûrê Kurdistanê bûbû tiştekî ji rêzê.

Şîrzad Şeyxanî sala 2010an xwe nêzîkî PDKê û bi taybet jî Nêçîrvan Barzanî kiribû û bi sedan gotarên pesindana Serok Mesûd Barzanî jî nivîsandibûn.

Hêviya wî ya ji propagandayê jî zêdetir mal û milk û erazî bûn, lê xuyaye tiştê hêvî dikir ji Barzaniyan nedît û berê xwe car din da Silêmaniyê û dest bi nivîskariya NRT, Livîn û Hewwilatîyê kir ku ew dezgeh jî ji aliyê îstixbarata Îranê ve têne birêvebirin.

Tenê armanceke dezgehên wekî NRT, Livîn û Hewwilatî heye ku ew jî êrîşkirina PDKê û Barzaniyan û têkdana destkeftiyên Kurdan e.

Şêyxanî jî li gor berjewendiyên siyaseta Îranê dest bi karê xwe kir ku ew ne ku bi pênaseya ‘Nivîskarê Kurdistanî’ encewx bi pênaseya kesekî berjewendîparêz û dijberê Kurdistanê were binavkirin.

Ew niha jî bi pereyên ji xiyanetkarên 16ê Cothemê distîne, teoriya xiyanetê dinivîse û êrîşên xwe yên ser Barzaniyan berdewam dike.

Ger em werin ser gotara wî ya Gazete Duvarê ji Erebî wergerandiye, tê dîtin ku hin tohmetên raya giştî bixapîne tê de hene ku PeyamaKurd jî ji ber vê hindê lêkolînek li ser wan tohmetan kir.

Li destpêkê di gotarê de tê gotin ku PDKê pêleke binçavkirin û girtina endamên YNKê li Hewlêrê daye destpêkirin ku bêyî ti tohmetan bi awayekî derqanûnî ev yek pêk hatiye û sedem jî tenê endamtiya wan kesan a YNKê bûye.

Li gor zanyariyên PeyamaKurdê li hemberî endamên YNKê ti pêleke binçavkirin û girtinê çênebûye û tenê endamekî YNKê hatiye binçavkirin û ew jî di demeke kurt de hatiye berdan.

Şîrzad Şeyxanî herwiha îdia dike ku di girtîgehên Kurdistanê de îşkence li zarokan tê kirin û behsa rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) dike.

Erka HRW şopandina binpêkirinên mafên mirovan ên li seranserê dinyayê ye ku hikûmeta Kurdistanê jî xebatên wan pîroz dibîne û her cure alîkariyê jî dide wan.

Diyare rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî ji raporên sextekarî û nepixandî yên kesayetên wekî Şîrzad Şeyxanî ji HRWê re bi bedêla pereyan şandine haydar bûne.

Her çiqas hikûmeta Kurdistanê ji raporên rêxistinên wekî HRWê re rêzdar be jî, ji kesayetên wan raporên sextekarî û tohmetbarî ji wan saziyan re dişînin re jî divê rêzê negire û wan mehkûm bike. Ji ber ku hemû bêbextî ne û li ber raya giştî ya cîhanê Kurdistanê reş dikin.

Şîrzad Şeyxanî gotina xwe ya, ‘Pêşerojeke nediyar û tarî li ber Kurdistanê ye’ dijminatiya xwe malbata Barzaniyan naveşêre ku Barzanî li Swîsreyê Kurdistanê ava bikin jî pê kêfxweş nabe û dê ew û nivîskarên wekî wî dijminatiya xwe bidomînin.

Em nabêjin, bila Barzanî neyên rexnekirin, lê heqaret û texrîbatên li ser berjewendiyên şexsî yên bi navê nivîskariyê jî nayên qebûlkirin.

Şîrzad Şeyxanî, herwiha dev davêje rêzdar Mesrûr Barzanî jî ku hîn dest bi karê serokwezîrtiyê nekiriye. Barzanî hem hîn dest bi erka xwe nekiriye hem jî yek ji siyasetmedarên herî jîr û serkeftî yê Kurdistanê ye ku wekî nimune xebatên Encûmena Asayîşa Kurdistanê ya ew seroktiya wê dike li ber çavan e û hemû dinya jî parastin û ewlehiya li Kurdistanê dibîne. Heger Hewlêr di nav bajarên herî ewle yên cîhanê de ketibe rêza 5an ev ne bi saya kesayetên wekî Şîrzad Şeyxanî ye, bi saya rêzdar Mesûr Barzanî û saziya wî ya parastinê ye.

Bila ti kes gumanan ji rêveberiya Mesrûr Barzanî neke. Ew dê bi rêzgirtin ji mafên mirovan û yasayan re gelê Kurd ber bi dahatuyeke ronak ve bibe.

Herwiha em wek PeyamaKurd wan dezgehên medyayî yên bi derfetên Barzaniyan weşanê dikin û bersiva kesayetên wekî Şîrzad Şeyxanî yên ji Îranê re dixebitin û xwedîtiyê li xiyanetkarên 16ê Cotmehê dikin jî şermezar dikin.