Gantz: Rêxistina Cîhada Îslamî duvika Îranê ye, Tehran wê fînanse dike!
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz, piştî alozî û operasyonên ser Xezeyê ku li dijî Rêxistina Cîhada Îslamî hatin encamdan, rêveberiya Tehranê bi piştevanî û alîkariya wê rêxistinê tawanbar kir.
Benny Gantz, li ser êrîşên 5ê Tebaxê bi ser Xezeyê de dest pê kiribûn û bi agirbestê bidawî bûbûn ragihand, "Ev rêxistin (Cîhada Îslamî) duvika Îranê ye û rêveberiya Tehranê her sal bi deh milyonan dolaran wê fînanse dike.”
Gantz, ev daxuyanî piştî hevdîtina ligel Wezîrê Berevaniya Kibrisê Charalambos Petrides li Tel Avîvê da û got, “Îslamî Cîhad yek ji duvika wehşî ya Îranê ye. Rêbertiya wê gelek caran serdana Îranê dike û bi rêveberiya Tehranê re dicive. Îran piştevaniyeke bêsînor dide Tevgera Cîhada Îslamê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin