Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze
19 berfanbar 2018 22:44
PeyamaKurd - Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. Îrandost ê ji Pave ya Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, sala 1996an li Goteburgê ji dayik bûye û wekî futbolîzekî hêja li Swêdê tê zanîn.
Delaho Îrandost ji bo tîma mîlî ya Îranê jî hatibû vexwendin, lê neçûbû.
Îrondost bi zimanên kurdî, Swêdî û Îngîlîzî dizane û li naverastê dilîze û bejna wî 185 cm ye û li Swêd wekî futbolîzekî herî baş ê pêşerojê tê naskirin.
BK Hacken a Swêdê ku Dalaho Îrandost di wê tîmê de dilîze, yek ji tîmên herî serkeftî ye li Swêdê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Tîma milî ya Swêdê: Îbrahîmovîç di kadroya Kûpaya Cîhanê de tune ye
27 nsn 2018
Aborî
Tîma Ronaldo zora Tirkiyê bir: Kurdan li Ewropayê kêf kir!
23 hzr 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin