Fûad Husên: Îran nikare êrîsî Îsraîlê bike

18 rêbendan 2024 22:58
Fûad Husên: Îran nikare êrîsî Îsraîlê bike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku rejîma Îranê ji ber rêgezên angajmanê yên ku di qada navneteweyî de li serê hatine lihevkirin, nikare êrîşî Îsraîlê bike.

Fuad Husên di daxuyaniya xwe ya taybet de derbarê êrişên Pasdarên rejîma Îranê yên li dijî Hewlêrê ku 4 sivîlan can dabûn û 6 jî birîndar bûbûn de nirxandinan kir.

Fuad Husên diyar kir ku ji ber rêgezên angajmanê yên ku di qada navneteweyî de li serê hatine lihevkirin, rejîma Îranê nikare êrîşî Îsraîlê bike. Husên got: "Ji ber wan rêgezên angajmanê, Îran nikare li dijî Îsrailê êrîşeke mûşekî pêk bîne."

Fuad Husên di derbarê angaştên rejîma Îranê yên di derbarê hebûna baregeha MOSSADa Îsraîlê ya di axa Iraq û Herêma Kurdistanê de red kir.

Husên diyar kir ku Iraq li hemberî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bergiriyên siyasî û dîplomatîk wergirtine û got: "Ev welatê cîran her tim dibêje ku şiyana wê heye ku Îsraîlê bi mûşekan bike armanc, lê ji ber ku rêgezên angajmanê yên ku di qada navneteweyî de li serê hatine lihevkirin hene, nikare vê yekê bike."