Fuad Husên: Em li bendê ne Îran lêborînê bixwaze
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, di hevpeyvîneke ligel medya erebî de êrîşa pasdarên Îranê ya ser Hewlêrê ku 5 sivîl hatibûn kuştin, rexne kir û got, ew li bendê ne Îranê lêborînê bixwaze.
Fuad Husên ji malpereke naveda wê Îmarat e ragihand, wan di hevdîtinên ligel rayedarên Îranê de, daxwaz kiriye ku Îranê ji ber êrîşên dawî yên ser Hewlêrê lêborînê bixwaze, lewra derbarê hebûna baregeha MOSSADê de jî ti delîl pêşkeş nekirine.
Husên got, “Cara duyem Hewlêrê bombebaran dikin. Herwiha ew bixwe jî dizanin ku îdiayên hebûna baregeha MOSSADê li Hewlêrê propagandayên bêbingeh in.”
Fuad Husên destnîşan kir ku îtibar li propagandayên Îranê nayê kirin û diyar kir, wan bi rêya rayedarên Îranê bang kiriye ku lêborînê bixwazin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin