Frontex: 1700 koçberên Iraqî yên ku derbasî Polanda bûne wê pas de bên vegerandin
13 mijdar 2021 17:29
PeyamaKurd – Ajansa parastina sînorên Yekitiya Ewropa (Frontex) diyar kir, 1700 koçberên Iraqî yên ku derbasî Polanda bûne, wê paş de bên vegerandin.
Ajansa Frontexê daye zanîn, derdora 1700 koçberên Iraqî, ku beşek mezin ji wan Kurd in û xelkê Herêma Kurdistanê ne, bi qaçaxî û bi rêya Belarûs re derbasî Polanda bûne.
Frontex herwiha eşkere kiriye, ew ê tevahiya wan koçberan dîsa vegerînin welatê wan.
Wê ajansê bang li komîsyona Yekitiya Ewropa kiriye, Hikûmeta Iraqê razî bike da ku wan koçberan werbigire da ku ew geştên vegerandina wan organîze bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
560 koçberên Iraqî ji Rojavayê Kurdistanê têne vegerandin
03 hzr 2024
Cîhan
Zêdetirî 600 koçberên Iraqî ji Kampa Holê radestî Iraqê hatin kirin
19 cot 2022

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin