Frof. Ercan bo erdheja 7 derece hisyariyê da

26 hezîran 2020 01:15
Frof. Ercan bo erdheja 7 derece hisyariyê da

PeyamaKurd- Piştî li bajarê Wanê erdheja bi dereca 5.4 çêbû, Prof. Dr. Ahmet Ercan bo 4 navçeyan hişyariyê da û got dibe erdhejekî di ser 7 dereceyan de çêbibe. Prof. Ercan weha got:

“Ez ne bende me ku merkeza erdhejekî nû Wan be û erdhejekî nû lê çêbibe. Lê eger ew enerjî li bakûrê Wanê dewam bike û xwe vala bike, dibe ku li navçeyên Çalidranê, Eleşgîrt, Tûtak û Melezgirdê here. Wê wextê dibe em behsa erhejên dereceya wan 7 bikin. Erda herêma rojhilat tije şikestekin. Ciyên lê şikesteka erdê zêde bin, erdhej ew çend zû çêdibe. Eger dirêjahiya şikestekan zêde be, erdhej jî ew çend bi şiddet çêdibe. Şikesteka Ercîşê di nav tevgerê de ye. Di bakûrê gola Wanê de diçe heya navçeya Ozalpê. Ji wê derê heya Xoyê diçe. Li Xoyê berê erdhejekî bi dereca 5.9 çêbû. Bandorâ wê li Îranê 4-5 bû lê li Tirkiyê gihabû 7 dereceyan.”

Prof. Ercan got ku sala 2020an sala erdhejaye û axaftina xwe weha dewam kir:

“Di sala 2020an de hema ti der nema ku hejiya. Em bi şikestinên bakûrê Anedolê re meşxûlin. Bi ya min şikestek li Karliovayê naqede. Di ser Varto-Xelatê de heya Gola Wanê diçe. Ev şikestek di ser Îranê de heya Hîmalayan diçe û dikare erdhejekî bi dereca 8 çêbike. Ev şikestek gelek nûye û dîn e. Dikare li Çaldiran û Melezgirdê erdhejekî çêbike. Agirî, Ixdir, Hekkariya, Bîngol û Erzerom li ser tetikê ne.”