Fransayê vîze neda derhênerê Îranî

15 mijdar 2018 01:22
Fransayê vîze neda derhênerê Îranî

PeyamaKurd - Derhênerê Îranî Elî Riza Mûtemedî ji bo ku beşdarî festîvala filman a li Fransayê bibe daxwaza vîzeyê kir lê nehat qebûlkirin.

Filmê ku Mûtemedî kişand yê bi navê "Riza" dê li Festîvala Filman a Navneteweyî Belfortê were numayişkirin. Derhênerê Îranî jî ji bo vê yekê daxwaza vîzeyê ji vî welatî kir.

Di vê festîvalê de filmên yekem, duyem û sêyem ên derhêneran tên nirxandin û hewl tê dayîn jî derhênerên serkeftî yên nû derkevin holê.