Fransayê sînorê xwe ligel Brîtanyayê dîsa vekir
PeyamaKurd – Piştî belavbûna cûreya nû ya vîrûsa Koronayê li Brîtanyayê, Fransayê sînorê xwe ligel Brîtanyayê girt û bi sedan barhilgir li ser sînor man. Fransa îro serê sibeha Çarşemê, sînorê xwe dîsa vekir.
Hikûmeta Fransayê biryar da, pişkinîna Koronayê bo hemû kesên di navbera navbera Brîtanya û Fransayê de diçin û tên, testê bikin û test jî negatîf be. Herwiha divê dema testê ji 72 saetan zêdetir be.
Ji xeynî tevgera ser sînor, geşta balafirên jî bi awayekî sînordar destpê kir, bi vê jî Brîtaniyên nav Fransayê dikarin bo cejna serê salê û serdana malbatên xwe vegerin Brîtanyayê. Lê geştkirina ji Brîtanyayê bo 50 welatên cîhanê ji ber tirsa belavbûna cûreya nû ya vîrûsa Koronayê hatiye qedexekirin û destûr nayê dayîn kes ji Brîtanyayê geşta wan welatan bike.
Li ser sînorê navbera Fransa û Brîtanyayê devera Doverê, çend roj berê zêdeyî 1500 barhilgir asê mabûn, ku hemûyan kel û pel ji welatên Yekîtiya Ewropayê vediguhestin Brîtanyayê. Lê piştî rêkeftina navbera Fransa û Brîtanyayê bo vekirina sînor, barhilgir ketine tevgerê û ber bi Brîtanyayê ketin rê.
Cûreya nû ya vîrusa Koronayê cara yekem roja 13ê vê mehê (Kanûnê) li başûrê rojhilatê Brîtanyayê hatibû tomarkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin