Fransayê êrisa li dijî Pêsmerge sermezar kir

01 rêbendan 2024 04:53
Fransayê êrisa li dijî Pêsmerge sermezar kir

Peyama Kurd - Hikûmeta Fransayê, êrîşa ku şeva borî li paytexta Herêma Kurdistanê, li dijî hêzên Pêşmerge pêk hat şermezar kir.

Şeva borî li Herêma Kurdistanê, li navçeya Pîrmamê ya paytext Hewlêrê, di demjimêr 23:45an de, bi 2 dronên bombebarkirî li dijî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşek pêk hatibû.

Wezareta Derve ya Fransayê, bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Fransa, ev êrîşa ku li dijî hêzên Pêşmerge pêk hatîye bi tûndî şermezar dike.

Wezaretê di daxuyanîya xwe de sizadana êrîşkarên vê êrîşê destnîşan kir û got: "Divê êrîşkar bêne girtin û bêne darizandin."

Êrîşkirina li ser hêzên Pêşmergeyan, ku hêzeka fermî ye û pareka sîstema bergiriyê ya Îraqê ye, wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “pêşhateka metirsîdar û redkirî ye û gefan li aramî û seqamgiriya Îraqê dike”.

Şeva borî, di demjimêr 11:45an de, bi du dronên bombebarkirî li dijî baregeheke hêzên Pêşmerge yên li sinorê Pîrmam û Hewlêrê êrîş pêk hat. Piştî vê êrîşê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandibû ku ti zîyaneke canî ji wê êrîşê çê nebûne, tenê zîyana malî pêk hatiye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî piştî êrîşê daxuyaniyekê belav kir û êrîşê şermezar kir. Serokatîyê ji Hikûmeta Federal a Îraqê daxwaz kir ku ji bo peydakirin û darizandina êrîşkaran bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkarîyê bike”.