Fransayê biryara qedexekirina komeleyên Gurebozên Tirk da

02 mijdar 2020 23:36
Fransayê biryara qedexekirina komeleyên Gurebozên Tirk da

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Fransayê biryara girtin û qedexekirina komeleyên neteweperstiya tirk Gurebozan da.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gérald Darmanin, ragihand ku ew dê komeleyên Gurebozên Tirk qedexe bikin.

Roja Yekşemê komeke nijadperestên tirk li bajarê Décines ê Fransayê pankarên li ser wan ‘Gureboz’ û ‘Recep Tayyip Erdogan’ nivîsandî danîbûn ser peykerê Tevkujiya Ermenan û Navenda Şopandina Tevkujiya Ermenan.

Piştî bûyerê berpirsê komeleyên Ermenan li Fransayê Murat Papazyan, daxwaz ji wezareta navxwe ya Fransa kiribû ew komeleyên nijadperestên tirk werin qedexekirin.