'Fransa û Iraqê ji bo girtiyên DAISê rêkeftineke nehênî çêkirine'
PeyamaKurd – Medya Fransayê ragihand ku di navbera Bexda û Parîsê de, li ser pirsa girtîyên DAIŞî yên Fransî rêkeftineke nehênî hatiye kirin..
Kovara Fransî Paris Match, di nûçeyeke xwe de îro belav kiriye de îdia dike ku di navbera hikûmetên Iraq û Fransayê de li ser DAIŞîyên hemwelatiyên fransî yên girtî, rêkeftineke nehênî hatiye pêkanîn ku ew rêkeftin ji aliyê Balyozxaneya Fransa ya Iraqê ve bi hin rayedarên Iraqî re hatiye îmzekirin.
Kovar diyar dike ku ew rêkeftin bêyî rizamendî û çavderîya Civata Nûnerên Iraqê hatîye kirin û tê gotin, li gorî wê rêkeftinê Fransa li hember her çekdarekî DAIŞê yê girtî 2 milyon dolaran dide Iraqê.
Kovar li ser rewşa girtiyên DAIŞê yên hemwelatiyên fransî yên li Sûriyê jî dide xuyakirin ku hêzên Kurd ji bo mayîna her rojekê ligel wan 23 dolar daxwaz kiriye ji Fransayê.
Herwiha tê diyarkirin ku berê jî Fransayê 23 çekdarên girtî yên DAIŞê ji Suriyê şandina Iraqê.
Hêjayî gotinê ye, dadgehên Iraqê beriya niha ji nav 13 terorîstên DAIŞê yên girtî ku hemwelatiyên Fransayê bûn, ji bo 9 kesan ji wan cezayê îdamê sepandibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin