Fransa: Macron dê desteka xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne
PeyamaKurd – Piştî şandeya MSDê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Parîsê bi Macron re civiyan, Qesra Elysee bi daxuyaniyekê ragihand, Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, dê desteka xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne.
Li ser vexwendina Emmanuel Macron, roja Yekşemê şandeya MSDê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Parîsê bi Macron re civiyan.
Piştî hevdîtinê Qesra Elysee daxuyaniyek belav kir û da zanîn, Macron eşkere kiriye, divê xebatek giştî ji bo aramiya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, ji bo pêkanîna rêveberiyek giştî were kirin.”
Emmanuel Macron herwiha cesareta şervanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di bin kontrola Kurdan de û fedekariya têkoşîna gelê xwecihî ya li dijî DAIŞê silav kir.
Macron diyar kir, wê Parîs di şerê li dijî ‘terorîzmê’ de, piştgiriya li gel QSDê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin