Fraksiyona PDKê vedigere Bexdayê
Li ser daxwaza Serokwezîrê raspartî yê Iraqê û aliyên siyasî, Fraksiyona PDKê hefteya bê vedigere Bexdayê û tevlî rûniştinên Parlamentoya Iraqê dibe.
RûpelNews - Çavkaniyeke haydarî îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku hefteya bê, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hefteya bê vedigere Bexdayê û tevlî rûniştinên Parlamentoya Iraqê dibe.
Li gorî nûçeya K24ê, biryara vegerê ya Fraksiyona PDKê li ser daxwaza rasterast a Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî bûye, ku tekez li ser wê yekê kiriye ku hebûna PDKê wekî hêzeke sereke û bibandor ji bo biserxistina karnameya hikûmetê û pêvajoya siyasî ya Iraqê girîng e. Herwesa aliyên siyasî yên Iraqê jî ji PDKê xwestiye ku vegere parlamentoyê û hikûmetê.
Daxwazên Herêma Kurdistanê tên nirxandin
Çavkaniya jêgotî amaje bi wê yekê jî kir ku PDKê berî vegera xwe ya ji bo Parlamentoya Iraqê, di danûstandinên ligel aliyên siyasî û Serokwezîrê raspartî de, tekez li ser danûstandinên li ser binecihkirina daxwazên Herêma Kurdistanê di nava karnameya hikûmeta nû de û girîngiya derbazkirina çend qanûnan kiriye.
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê li roja Şemiyê, 18ê Nîsana 2026ê, di daxuyaniyeke fermî de helwesta xwe ya dawiyê li beranberî rewşa niha ya parlamentoyê ragihandibû û biryar dabû ku bi awayekî vekirî û heta demeke nediyar boykota hemî civînên parlamentoyê bike.
Fraksiyona PDKê diyar kiribû ku bingehên sereke yên pêvajoya siyasî li Iraqê, ku li ser bingeha hevpariya rastîn, hevsengiya di desthilatê de û hevdengiya nîştimanî hatine avakirin, bi zelalî hatine piştguhxistin.
