Fon a Heyî ya Norwecê 143 mîlyar dolar kar kir

17 tebax 2023 01:52
Fon a Heyî ya Norwecê 143 mîlyar dolar kar kir

PeyamaKurd - Fon a Heyî ya Norwecê ragihand ku di 6 mehê ewilî yê salê de 143 mîlyar dolar kar kiriye.Di karkirinê de veberhênana ku di şîrketên teknolojiyê de kirine tesîrê kiriye.

Fon, îsal bêhtir veberhênana xwe li Amerîkayê di şîrketên ku xebata xwe di seha zeka çêkirî de kirine, kir. Fon got ku di şîrketên weke Apple, Microsoft û Nvidia de veberhênana wê bi miqdarê 1,4 trilyon dolarî heye.

Fon a navborî sala borî di veberhênan de zerarê kiribû.