Firset Sofî: Ji ber Covid-19ê li mizgeftan merasimên sînê hatin qedexekirin

02 adar 2020 15:18
Firset Sofî: Ji ber Covid-19ê li mizgeftan merasimên sînê hatin qedexekirin

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragihand, di çarçoveya pilana berhingarbûna nexweşiya Koronayê (Covid-19) de li mizgeftan merasimên şînê hatin qedexekirin.

Parêzgarê Hewlêrê îro di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, bi liqa Hewlêrê ya Yekitiya Zanayên Ola Îslamî re civiyane û di civînê de biryar dane di çarçoveya plana berhingarbûna nexweşiya Covid-19ê de merasimên şînê li parêzgehê bên rawestandin.

Firset Sofî her wiha got, bila merasimên şîn û fatîhê tenê li ser qebran be û li nav mizgeft û cihên giştî de hatiye qedexekirin. Ev jî bo parastina tenduristiya welatiyan e.

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, heta vê gavê li parêzgeha Hewlêrê ti kes bi nexweşiya Koronayê neketiye û got, çi ji destê me were em ê bikin û ehêlin ew nexweşî derbasî Hewlêrê bibe.