Finlandiya: Koçberên tên welatê me Moskova koça wan îdare dike

16 adar 2024 02:59
Finlandiya: Koçberên tên welatê me Moskova koça wan îdare dike

PeyamaKurd – Fînlandiya xwe amade dike ji bo koçberên di ser Rûsya de derbasî welatê wan dibin, ji bo wan qanûneka demkî derxe. Armanca qanûn dê ew be ku ber li koçberan bigrin da di ser Rûsya de derbasî welatê wan nebin.

Li ser mijarê wezîra karên hundir ya Fînlandiyayê Mari Rantanen û serokwezîr Petteri Orpo îro bi hev re daxwuyaniyekî dan. Her dû lîder li ser îhtîmala derxistina qanûna berlêgirtina koça koçberan ya di ser Rûsyayê de axifîn.

Li gor ragihandina wan; kesên di ser Rûsya de derbasî Fînlandiyayê dibin û li welatekî Ewrûpayê xwediyê belgeyên mayînên nebin, ji bo nikaribin derbasî axa Fînlandiyayê bibin wê qanûnekî demkî derxin.

Fînlandiya, sala borî temamê sînorê xwe yê bi dirêjahiya 340 km yan ji bo Rûsyayê girtibû. Fînlandiya Moskovayê bi derbaskirina koçberan ya Fînlandiyayê sûcdar dike lê Kremlin îdiayan di derewîne.