Fînlandiya êrîsa Îranê ya ser Erbîlê sermezar kir

17 rêbendan 2024 04:46
Fînlandiya êrîsa Îranê ya ser Erbîlê sermezar kir

PeyamaKurd – Balyoza Iraqê ya dewleta Fînlandiyayê Anu Sarela, êrîşa ser Erbîlê ya Îranê şermezar kir û got ku rêyên weha pirsgirêkan çareser nake.

Pasdarên Îranê şeva borî bi 11 moşekan êrîşê ser Erbîlê kiribûn û di êrîşê de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û 3 kesên ji malbata wî kuştibû û 16 kes birîndar bûbûn.

Îran bi tewana ku sîxurên Mossadê ne êrîşe ser xaniyê karsazê Kurd kiribû.