Fînlandayê bi piraniya dengan endambûna li NATOyê pesend kir

14 gulan 2022 12:37
Fînlandayê bi piraniya dengan endambûna li NATOyê pesend kir

PeyamaKurd – Parlamentoya Fînlandayê bi piraniya dengan, endambûna li NATOyê pesend kir.

Fînlanda ji bo seqamgîrî û asayîşa welat parastî be, dixwest endamê NATOyê be  û di vê çarçoveyê de li parlamentoyê serokên hemû fraksiyonan rizamendiya xwe ji bo endambûna NATO nîşan dan û hejmarek pirsyar li ser seqamgîrî û parastina welatê xwe û metirsiyên piştî endambûnê, arasteyî wezîrên derve û berevaniyê kirin.

Hikûmeta Fînlandayê îro 14ê Gulana 2022yan daxwaza endambûna xwe ji bo NATOyê pêşkêş dike, piştî nirxandinan, roja duşemê mijara endambûna Fînlandayê li NATO, wê bibe yasa.