Fîlma kurdî ‘Deryay Hîwa’ li Îspanyayê di fînalê de ye
Kurtefîlma kurdî "Deryay Hîwa" (Sea of Hope) ku derhêneriya wê Cubrayîl Ebûbekir kiriye, di qonaxa dawî ya tûrnûvaya duyemîn a "Xelatên Tîrêja Ronahiyê" (Beams of Light Awards) de hat hilbijartin. Ev fîstîval dê li girava Ibiza ya Îspanyayê birêve biçe.
RûpelNews - Derhêner Cubrayîl Ebûbekir di daxuyaniyekê de ji bo medyaya kurdî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serkeftinê anî ziman û got: "Gihiştina fîlma 'Deryay Hîwa' bo qonaxa fînalê tê wê wateyê ku fîlm di nav berhemên herî bi bandor ên vê xulê de cih girtiye. Ev fîstîval ne tenê girîngiyê dide aliyê teknîkî, lê belê kûrahiya peyamê û bandora mirovî ya berhemê bingeh digire."
Trajediya koçberiyê bi çavê sînemayê
Fîlm ronahiyê dixe ser ziyanên giran ên mirovî ku ji ber şeran çêdibin, bi taybetî ji çavê sivîlên ku di nav agirê şer de asê mane. Berhem balê dikişîne ser bandorên derûnî û laşî yên koçberiya bi darê zorê. Ew çîroka rêwîtiya wan kesên ku neçar dibin ji malên xwe birevin û hemû tiştî bixin rîskê dişopîne. Di fîlm de tê dîtin ku mirov di nav rêyên tije metirsî û mirinê de, di nav pêlên deryayê de li silamebiya xwe û jiyaneke bi rûmet digerin.
Fîstîvalek li ser mîrasa Ray Stevenson
Ebûbekir her wiha diyar kir ku fîstîvala "Xelatên Tîrêja Ronahiyê" girîngiyê dide wan çîrokên ku hişmendiya mirovî û peywendiyên navbera gelan xurt dikin. Ev fîstîval li ser navê lîstikvanê navdar ê Brîtanî "Ray Stevenson" hatiye damezrandin. Piştî mirina wî, dost û hevkarên wî yên hunermend ev proje wekî mîrasekî hunerî berdewam kirin; bi wê baweriyê ku huner dikare raman û hestên mirovan ber bi başiyê ve biguherîne.
Tê payîn ku çalakiyên fîstîvalê di 29ê Gulanê de li girava Ibiza dest pê bikin û sê rojan berdewam bikin. Çavên hemûyan li ser fîlma kurdî ye ku êşa mîlyonan qurbaniyên şer digihîne platformên cîhanî.
