Fermandarê IHAyan yê Hîzbûllahê di êrîsa Îsraîlê de hat kustin
10 rêbendan 2024 02:02
PeyamaKurd – Hîzbûllahê ragihand ku fermandarê wan yê İHAyan an ku dronan Ali Huseyn Berci di êrîşa Îsraîlê de can daye. Artêşa Îsraîlê di êrîşa hewayî ya ser başûrê Lubnanê de li endamên Hîzbûllahê xistibû.
Rojnama Îsraîlê ya Times of Israelê, berê di xeberên xwe de gotibû ku ji fermandarên Hîzbûllahê Berci, dema di nav erebeyekî de bû, li Hirbet es-Slimê ketibû ber êrîşa Îsraîlê. Rojname di nûçeya xwe de gotibû ku Berci rêvebirê IHAyên Hîzbûllahê ye.
Artêşa Îsraîlê îro li nêzî ciyê ku merasima cenazê fermandarê Hîzbûllahê Visam Huseyin Tavil bêkirin, êrîşê biribû ser Bercî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hîzbûllahê ragihand ku du êrîsan biriye ser Îsraîlê
27 tbx 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin