Fermandarê Amerîka yê Afganistanê vekisîn bi fermî ragihand

25 nîsan 2021 21:52
Fermandarê Amerîka yê Afganistanê vekisîn bi fermî ragihand

PeyamaKurd – Fermandarê NATO û hêzên Amerîkayê li Afganistanê Scott Miller vekişîna ji Afganistanê bi fermî ragihand.

Fermandar Miller, diyar kir ku wê hêzên biyanî hemû baregehên xwe radestî hêzên Afgan bikin û ragihand, li hinek baregehan vekişîn dest pê kiriye, lê ew ê piştevaniya xwe ya bo hêzên ewlekariya Afganistanê jî berdewam bikin.

Fermandarê Amerîkî herwiha bibîr xist ku li Afganistanê demên dawî êrîşên Talibanê û bûyerên tundiyê zêde bûne û bal kişand ser xeteriya wê li ser herêmê.