Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî peyama sersaxiyê ji bo Reisî belav kir

21 gulan 2024 15:00
Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî peyama sersaxiyê ji bo Reisî belav kir

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ji ber mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di ketina helîkopterê de, peyama sersaxiyê weşand.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di peyama xwe ya li ser medyaya civakî de sersaxî ji gelê Îranê re xwest.

Abdî di peyama xwe de wiha got: “Em ji ber wefata Serokomar Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan û şanda pê re sersaxiyê ji gelê bira yê Îranê re dixwazin. Ez ji Xwedayê mezin rehmet, sebr û sebrê ji wan û malbatên wan re dixwazim.”