Felah Mesal: Veberhêner ji ber gef û gendeliya li Bexdayê direvin
01 berfanbar 2025 17:24
PeyamaKurd – Nivîskarê Iraqî Felah Meşal, di nirxandina xwe ya derbarê krîza elektrîkê de, rexneyên tund li pergala siyasî û aborî ya Iraqê girt. Meşal diyar kir ku li bajarên Iraqê, ji ber destwerdana komên çekdar, qaçaxçîtî û gendeliya mezin, veberhêner newêrin kar bikin û sermayeya xwe derdixin derve.
Wî destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê rewş cûda ye; her çend gendelî hebe jî, ew bandoreke neyînî ya mezin li ser projeyên stratejîk û binesaziyê nake. Meşal gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Li Iraqê parlemento bûye cihê dewlemendan û pirsgirêkên wekî tenduristî, perwerde û madeyên hişber roj bi roj mezin dibin."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê gihîst Bexdayê
01 brf 2025
Rojhilata Navîn
Amadekariya bo civîna Tehran û Washingtonê li Bexdayê
28 brf 2025
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî balyozê Fransayê yê Bexdayê Patrick Durel qebûl kir
26 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin