Ewropa | Ji bo dengên kurdan bistînin 'Simsariya Kurdistanê' dikin!

22 nîsan 2019 23:55
Ewropa | Ji bo dengên kurdan bistînin 'Simsariya Kurdistanê' dikin!

PeyamaKurd – Li Almanyayê sala 2019an hilbijartin destpê dikin û dê hilbijêrên Almanyayê 26ê Gulanê ji bo parlamentarên Parlamentoya Ewropayê (PE) deng bidin. Li herêmên ku niştecihên kurd lê zêde ne, li ser dengên kurdan simsarî tê kirin û pankartên ‘Azadî bo Kurdistanê’ têne daliqandin.

Bi taybet Partiya Marksîst a Alman (MLPD) di propagandaya hilbijartinan de berê xwe daye dengên kurdan û li ser ‘Têkoşîna Kurdan a Serxwebûnê’ siyasetê dimeşîne.

Partiyên din ên çep ên wekî MLPDê jî li bajarên ku niştecihên kurd lê zêde ne, pankartên mîna ‘Serxwebûn bo Kurdistanê û Azadî bo Kurdistanê’ bikar tînin û hewil didin dengên xwe di hilbijartinên parlamentoyê de zêde bikin.

Tenê li Almanyayê bêhtirî 2 milyon kurd dijîn û bi qasî 500 hezarên wan jî mafê wan ê dengdanê di hilbijartinan de heye.

Komînîstên ku ji Şoreşa 17ê Cotmehê (Rûsya) ve her tim kurd kirine qûrbanê siyaseta xwe ya ‘Beşekê ji hemû beşên din re feda bike’ di demên dawî de, dîsa çav berdane dengên kurdan ku niha li seranserê dinyayê populer bûne.

‘Kurdan wekî bazareke polîtîk bikar tînin!”

Çawa ku biratiya kurdan, di demên hilbijartinan de li Tirkiyê ji ser zimanê siyasetmedarên tirk dernakeve, li Almanyayê jî niha MLPD heman tiştî dike û bi daliqandina pankartên ‘Kurdistan’ û ‘Serxwebûnê’ dixwaze dengên kurdan ji bo serkeftina xwe bikar werîne.

Ji serpêhatiyan jî diyar e ku gelek sazî û derdorên biyanî hîn jî gelê Kurd wekî qadeke bazariyê ji xwe re dibînin û ji bo serkeftina xwe wan bikar tînin û stratejiyên xwe li ser hestiyariyên kurdan çêdikin.

Ji serpêhatiyên dîrokê û heta heyama niha eşkere ye ku ew hêz û derdor bi nimayişên ku li ser kurdan dikin û stratejiyan xwe, simsariyeke gerdûnî li ser gelê Kurd ava kirine…

(PeyamaKurd)