Ew mijar bê rojevê dê PDK parlamena Iraqê boykot bike
PeyamaKurd - Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlementoya Iraqê ragihand, heger hilweşandina encumena parêzgeha Mûsilê bikeve rojeva parlementoyê, ew dê civîna parlementoyê baykot bikin.
Parlementoya Iraqê dixwaze pêşniyara serokê parlementoyê Mihemed Helbûsî ya hilweşandina encumena parêzgeha Mûsilê gotûbêj bike.
Li ser mijarê, seroka fraksyona PDKê li parlementoya Iraqê Viyan Sebrî da xuyakirin, ‘Em li dijî hilweşandina encumena parêzgeha Mûsilê ne, ji ber ku parêzgar nîne û encumen bajêr birêve dibe. Eger encumen jî nebe kî bajêr birêve bibe.’
Viyan Sebrî got, “Eger ev mijar bikeve rojeva civîna îro ya parlementoyê, emê civînê baykot bikin. Ez bawer dikim hinek parlementerên Iraqî jî li dijî vê yekê ne û dane zanîn dê civînê baykot bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin