Esîrên Iraqê: Malbatên DAISê bînin Zumarê wê bersiva me tund be
PeyamaKurd - Berdevkê eşîrên Ereb ên Iraqê Mezahim El-Hiwêt bertek nîşanî hewldana veguhastina malbatên DAIŞê ji kampa Holê bo kampa El-Imle ya li Iraqê da û got, heke Neteweyên Yekbûyî wan ji Sûriyê vegûhêze Iraqê dê bersiva wan tund be.
Mezahim El-Hiwêt ji Russia Today (RT) ragihand, niyeta hikumeta Iraqê ya veguhastina malbatên terorîstên DAIŞê yên iraqî yên li kampa Holê ku bibin kampa navçeya Zumar heye û wiha got:
"Me bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li parêzgeha Hewlêrê re axivî û nivîsek ji wan re şand û tê de daxwaz kir ku dest tê werdin da ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê ya li Sûriyê neşînin kampa Zumar a li parêzgeha Nînewa ya li Iraqê."
El-Hiwêt diyar kir: "Me NY di vê derbarê de hişyar kir, herwiha me agahî da, heke veguhastin Iraqê, dê bersiva me xurt be û dê hêzekê ji eşîran ava bibe ku wan malbatan biçewisînin. Ji ber ku sûc li dijî iraqiyan pêk anîn..
Hikumeta Iraqê hewl dide nêzî 31 hezar û 400 ferdên ji malbatên terorîstên DAIŞê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguhêze kampa ‘El-Imle’ ya li navçeya Zumar a parêzgeha Nînewayê.
Avakirina kampê li parêzgehê rastî bertekên tund tê ku êzidî jî li dijî wê kampa li nêzî parêzgeha Şengalê derdikevin, ji ber ku terora DAIŞê sala 2014an ferman bi ser wan de anîbû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin