Êsîran di salekê de bi sedan kes ji hev kust û birîndar kir

23 îlon 2019 03:03
Êsîran di salekê de bi sedan kes ji hev kust û birîndar kir

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyê ji parêzgeha Besra ya Iraqê, ji destpêka sala 2019an heta niha, ji ber şer û pevçûnên navbera êşîran bi kêmî 500 kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Kanala Somerîye ji devê çavkanîyeke berpirs ji parêzgeha Besreyê belav kiriye ku dibêje, ji destpêka îsal ve zêdetirî 500 kes hatîne kuştin û birîndarkirin ku sedema wê nakokî û neliheviyên navbera wan êşîran e.

Herwiha hat diyarkirin ku hejmara kuştiyan 113 kes e û 440 kes jî birîndar bûne.