Esed: Wê DAISiyên destê HSDê li gor yasayên Sûriyê bên darizandin
PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed got, wê endamên DAIŞê yên li Sûrîyê girtî ne li dadgehên herêmî yên Sûriyê bi tawana terorê bên darizandin.
Beşar Esed di hevpeyvîneke ligel weşana Paris Match de, li ser pirsa çarenivîsa bi hezaran girtiyên DAIŞê yên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de got; "Her terorîstekî girtî li herêmên di bin kontrola dewletê de, dê li gor yasaya dewleta Sûriyê bê dadgehkirin."
Li gorî zanyariyên HSDê ji xeynî malbat û zarokên DAIŞê bi kêmî 10 hezar terorîstên DAIŞê yên girtî li herêmên HSDê dimînin û 2 hezar ji wan jî çekdarê DAIŞê bixwe ne ku hatine dîlkirin.
Piştî êrîşên Tirkiyê û vekişîna leşkerên Amerîkayê Kurd neçar mabûn bi rejîma Sûriyê re rêkeftineke leşkerî bikin daku sînorên ligel Tirkiyê ji êrîşan biparêzin.
Heta niha jî ji aliyê siyasî ve ti rêkeftinek di navbera rejîmê û hêzên Kurd (Rêveberiya Rojava) ve nehatiye kirin, lê bi navbeynkariya Rûsyayê danûstandin jî berdewam in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin