Esed: Em dest bi qonaxeke bihêzkirina hêviyê ji bo avakirina Sûriyê dikin

28 gulan 2021 14:59
Esed: Em dest bi qonaxeke bihêzkirina hêviyê ji bo avakirina Sûriyê dikin

PeyamaKurd – Beşar Esed, careke din bi piraniya dengan weke serokê rejîma Sûriyê hat hilbijartin, bi daxuyaniyekê diyar kir: “Em ji îro şûn de dest bi qonaxa avakirina Sûriyê dikin.”

Beşar Esed, bi rêya medyaya welatê xwe spasiya hemû welatiyên Sûriyê kir, ku beşdarî hilbijartinên rejîma Sûriyê bûne.

Esed da zanîn, ew dest bi qonaxeke bihêzkirina hêviyê ji bo avakirina Sûriyê dikin.

Serokê Encûmena Gelê Sûriyê Hemûde Sebax do eşkere kir, Beşar Esed bi rêjeya %95.1 car din weke serokê rejîma Sûriyê hat hilbijartin.