Esad, hevdîtina bi sanda Lubnanê re betal kir

25 cotmeh 2022 20:00
Esad, hevdîtina bi sanda Lubnanê re betal kir

PeyamaKurd- Di çapemeniya Lubnanê de hat ragihandin ku rejîma Esad, hevdîtina ku dê sibê (26ê Cotmehê) ligel şanda Lubnanê bihata kirin, betal kiriye.

Di nûçeyên ku spartiyê çavkaniyên Serokomariya Lubnanê hatine parvekirin de hat diyarkirin ku dê şandeke Lubnanê sibê ligel rejîma Esad li ser hevdîtinên sînorê deryayî derbasî Şamê bibûya lê belê ev hevdîtina ku berê hatiye plankirin, ji aliyê rejîma Esad ve hatiye betalkirin.

Hat diyarkirin ku piştî Serokomarê Lubnanê Mişel Avn ragihandiye ku 2 roj bi şûn ve şanda wan dê ji bo xêzkirina sînorê deryayî ligel rejîma Esad bicive, Şam ketiye nav tevgerê û bi gotina “Niha ji bo hevdîtinê, dem ne guncav e” serdana şanda Lubnanê betal kiriye.

Serokomarê Lubnanê, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku ew ê bi serokatiya Alîkarê Serokê Meclisa Lubnanê İlyas Ebu Saab, şandek derbasî Şamê bibe û dê hevdîtin bên kirin.