Ermenistan: “Tirkiye dixwaze împaratoriya Tirk ava bike”

04 cotmeh 2020 01:49
Ermenistan: “Tirkiye dixwaze împaratoriya Tirk ava bike”

PeyamaKurd – Li ser mijara Qerebaxê serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan di derbarê Tirkiyê de fikrên nû ragihand. Paşinyan di televîzyona Fransiz ya 24 ê de tevlî bernamê bû û weha got:

“ Ermenistan bo Tirkiyê astenga dawiyê ye ku Tirkiye sînorê xwe ber bi rojhilat û bakûr de fireh bike. Tirkiye li Derya Sipî êrîşê Yûnanistanê dike û destê xwe dixe nav karên Iraq û Sûriyê jî.

Hedefekî Tirkiyê heye ku gelek zelale û dixwaze împaratoriyetekî Tirkî ava bike. Eger ev siyaset li vê derê biserbikeve, şaş nemînin. Împaratoriyek ne tenê giravên Yûnanistanê, eger bixebite da ber bi qit’aya Awrûpa de xwe fireh bike, şaş nemînin. Eger biser bikeve, hun li Viyana li benda wan bin.”