Erka Serokê Koreya Bakur bi destûra nû hat guhertin

12 tîrmeh 2019 22:12
Erka Serokê Koreya Bakur bi destûra nû hat guhertin

PeyamaKurd - Kim Jong-Un di destûra nû ya Koreya Bakur de bi fermî weke Serokê Koreya Bakur û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Koreya Bakur hat diyarkirin, di destûra berê de weke Rêberê Bilind dihate binavkirin. 

Li gor destûra nû, Kim Joung-Un weke Serokê Komîsyona Karûbarên Dewletê hatiye binavkirin ku pileya herî bilind a Koreya Bakur e, ji sala 2016an ve hatiye damezrandin û erkê wî ji nûnertiya bilind a hemû gelê Koreyê pêk tê û ev jî tê wateya serokê welat û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar. 

Kim Jong-Un di destûra berê de weke ‘Rêberê Bilind’ ku fermandariya hemû hêzên leşkerî dike, hatibû binavkirin. 

Ev pêngava Koreya Bakur a li ser guhertina payeya Kim Jong-Un ji rêbertiyê bo seroktiyê, beşeke ji amadekariyên pêkanîna rêkeftineke aştiyê ya ligel Amerîkayê ye. 

Berî niha serokê welat bi awayekî fermî serokê komeleya bilind a gel an parlamentoyê bû li Koreya Bakur û zêdetir navnîşaneke şanaziyê bû, lê Kim Jong-Un bi civîna li gel serkirdeyên cîhanê û biryara rawestandina ceribandinên atomî yên Koreya Bakur xwe weke serok derdixist.